Kuweytê piştî êrîşa bi dronan deriyê sînor ê bi Iraqê re girt

Kuweytê piştî ku deriyê wê ê sînor ê bi Iraqê re bû armanca êrîşa dronan, ev derî bi awayekî demkî girt.

Li gor medyaya Iraqê, Kuweytê piştî êrîşa bi dronan ya Îranê, deriyê sinor ê Ebdelî yê li gel Iraqê bi awayek demkî girt.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, piştî êrîşa bi dronan ya Îranê, dukel ji sînorê Kuweytê bilind dibe, lê heta niha nayê zanîn cihê hatî bombebarankirin cihê leşkerî ye yan jî saziyek sivîle.

Di rojên dawî de Îran wek bersiva êrîşên DYE bi dron û mûşekan êrîşî ser xaka Kuweytê dike. Li gor gotina rayedarên Îranê, ew baregeh û navendên girêdayî DYE hedef digirin.